Li Ewropayê ji bo Îmraliyê pêngava kartpostalê dest pê kir

Pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd roj bi roj berfireh dibe.
Di vê çarçoveya de li Ewropayê pêngava şandina kartpostalan ji bo Îmraliyê dest pê kir.
Di kartên ku bi zimanên cuda jî hene, daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin û peyamên wî cih digirin.

Pêngava navneteweyî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de dan destpêkirin, bi çalakiyên cuda berfireh dibe.

Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E di çerçoveya pêngavê de pêngava kartpostalê dest pê kir.

Ev demeke li ser dîzaynkirina kartan û peyamên ku dê bide, xebat tên meşandin.

Hevseroka KCDK-E Zûbeyde Zumrut, diyar kir ku wan xebatên xwe ya di vê çerçoveyê de bi dawî kirine û got:

Kartên hatine amadekirin, hatine belavkirin.

Di kartên ku bi zimanên cuda yên di nav de Kurdî, Îngîlîzî û Fransî jî hene, daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin.

Her wiha peyamên Rêber Apo ên derbarê azadiya jinê, azadiya hawirdorê û çareseriyên ji bo krîzên gerdûnî cih digirin.

Hin ji van peyaman wiha ne:

“Birêz Abdullah Ocalan,
Bi armanca piştgiriyê ji bo we dinivîsim. Îro li her derê jin ji bo mafên xwe têdikoşin. We wiha gotibû: ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî dê ti carî azad nebe.’ Her wiha we dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bûye îlham ji cîhanê re ava kir! Ez tevlî we dibim û ji bo ku hûn karibin teoriyên xwe yên rizgariya jinê bi tevgerên wekheviyê li her derê pêş bixînin û pêk bînin, daxwaza azadiya we dikim.”

Di kartpostala ku derbarê peyama Rêber Apo yê çareseriyên ji bo krîzên gerdûnî jî wiha tê gotin:

“Birêz Abdullah Ocalan,
Ez vê peyamê ji bo piştgiriya xwe nîşan bidim, dişînim. Şer û pevçûn li her devera cîhanê belav dibe. Ez bi dil û can tevlî perspektîfa we ya ‘Di navbera şer û aştiyê de hilbijartina şer helbet zortir e, lê li gorî min ya watedar û serkeftî, aştiye’ dibim. Ez bi dilê xwe tevlî hemû ramanên we dibim û ji bo ku hûn bikaribin felsefeya xwe berfirehtir bikin, daxwaza azadiya we ya fîzîkî bi awayekî lezgîn dikim.”

Back to top button