Şiryar Mihemed Xelo yê li Şêrewa birîndar bûyî jî wê bi rojan di bin çavdêriya awerte ya bijîşkan de bimîne.
Îro careke din jî artêşa Tirk a qirker û çeteyên xwe di saetên piştî nîvro de, derdora gundê Bênê ya navçeya Şêrewa topbaran kir.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku ti ziyanên canî pêk nehatine.
Welatiyê li Şêrewa birîndar bûyî wê di bin çavdêriya awerte de bimîne
Di êrişa doh a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawayê ya Efrînê de welatiyê bi navê Şiyar Mihemed Xelo (31) lingê xwe qut bû.
Şiyar Mihemed Xelo yê ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bavê pitekekî 6 mehî ye.
Şiyar Xelo dema ji navçeya Til Rifetê ya Şehbayê, ji bo berhevkirina kîvarkan diçû gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawayê bû armanca êrişê.
Şiyar niha li tekane nexweşxaneya li herêmê (Nexweşxaneya Avrîn) tê dermankirin.
Li gorî rêveberiya nexweşxanê Şiyar wê bi rojan di bin çavdêriya awarte de bimîne.
Ji despêka salê ve, dewleta Tirk a qirker û çeteyên xwe bi çekên giran û balafirên bêmirov bi dehan carî êrişî herêmê kirine.
Taybet herêma Şehba û Minbicê hema rojane têne topbarankirin.