Bertekên gelê herêmê yên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bi israr dewam dikin.
Bi vê armancê li Til Hemîsê û Minbicê civîn hatin lidarxistin.
Di civînan de hate gotin: “Çi ji dest me were em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bikin.”
Li Minbicê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda çand û hunerê civînek lidar xist.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û navendên leşkerî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser girîngiya rizgarkirina Rêber Apo û ev tişt hate gotin:
“Mifteya çareseriya pirzgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.
Bi her awayî û çi ji dest me were em ê ji bo azadiya Rêberê xwe bikin.”
Her wiha di civînê êrişên li dijî herêmê hatin nîqaşkirin û diyar kirin ku armac ji van êrişan têkbirina armiya li herêmê ye û firehkirina erdnîgariya herêmên dagirkirî ye.
Pişt re sivizyonek derbarê komploya li dijî rêber Apo hate nîşandan.