Piştî 40 salî, Emerîka bi awayekî fermî mafê Israîlê yê avakirina nişte-dagirgehan li Filistînê rewa kir.
Israîl jî ji aliyê xwe ve spasiya Emerîka kir û Filîstîn nerazîbûn nîşan da.
Birêveberiya Emerîkayê li ser zimanê wezîrê xwe yê derve Mike Pompeo ragihand ku Israîl dikare nişte-dagirgehan li Difa Xerbî ava bike.
Serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu jî kêfxweşiya xwe bi vê biryarê anî ziman û bang li welatan kir ku ew jî heman gavê bavêjin.
Netanyahu ragihand ku wî bi telefobekê spasiya serokê Emerîkayê Trump kiriye û gotiye:
“We biryara rast girt.. gelê Cihû li ser xaka xwe ya berî 3 hezar sal dijî.
Netanyahu diyar kir ku ev yek rê li ber danûstandinan nagire, beravajî vê, wê aştiyê pêk bîne.
Filistînî li dijî rewabûna nişte-dagirgehan Îsraîl li Difa Xerbî derket.
Berdevkê serokê Filistînî Nebîl Ebû Rûdeyna destnîşan kir ku rewabûna nişte-dagirgehan Îsraîl ne karê Birêveberiya Emerîkayê ye.
Nebîl Ebû Rûdeyna ragihand ku nabe Emerîka biryarên navdewletî betal bike û rewabûnê bide dagirkeriya Israîlî.