Îran jî wê tevlî civînên sê alî bibe

Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê diyar kir ku ew hewil didin pirsgirêkên navbera Tirkiye û Suriyeyê de çareser bikin Sergey Lavrov got ”Îran jî wê tevlî danûstandinên di navbera Tirkiye û Suriyeyê de bibe.

Li gor nûçeya Ajansa Sputnik a Rusî, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ragihandiye ku welatê wî dixwaze peywendiyên di navbera serokkomarê Tirk Erdogan û serokkomarê Suriyeyê Beşar Esed e asayî bike.

Ji bo vê yekê jî Rusya di nava hewildanan de ye.

Her wiha Lavrov diyarkiriye ku wê Îran jî cihê xwe di civînên taybet bi hewildanên nêzîkirina Tirkiye û Suriyeyê de bigre.

Back to top button