Şêniyên Reqayê jî tevlî pêngava îmzeyan bûn

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22ʹê Çileyê pêngava komkirina îmzeyan ragihandibû. Li herêma Cizîrê û heta niha zêdetirî 200 hezar kes tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn.

Meclisa Gel, komînên tax û gundên Reqayê jî tevlî pêngava komkirina îmzeyan bûn.

Her wiha li Tebqayê jî komkirina îmzeyan li bajar û gundên wê dewam dike.

pêngav dê 15ʹê Sibatê bi dawî bibe.

Îmzeyên hatin komkirin dê radestî Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê were kirin da ku radestî CPTʹyê bike.

​​​​​​​Li Dêrazorê hemleya komkirina îmzeyan dewam dike

Îro hemle li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê bû û li tevahî taxên wê îmze hatin komkirin.

Endama rêveber a Navenda Yekitiya Werzîşê li Dêrazorê Kufa El Mihemed got:

“Armanca ji komkirina îmzeyan ew e ku îsbat bikin ku bi milyonan mirov li pey rêbertî ne û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin.”

Back to top button