Li herêmê Cizîra zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 22ʹyê Çileyê kampanyaya komkirina îmzeyan ragihandibû.

Li herêma Cizîrê heta niha zêdetirî 200 hezar kes tev li kampanyaya komkirina îmzeyan ..

Di çarçoveya pêngavê de, derdora 30 komîteyên komkirina îmzeyan hatin avakirin.

Berdevka Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Perwîn Yûsif axivî ..

Perwîn Yûsif diyar kir ku li herêma Cizîrê zêdetirî 200 hezar îmze hatine komkirin û got :

Welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li herêmên din ên Sûriyeyê û Lubnanê jî bi xurtî beşdarî kampanyayê dibin..

Ji destpêkê ve li herêma Cizîrê, Minbic, Kobanê, Şehba, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê û Şamê tevahî pêkhate tev lê bûne.

Kampanya dê 15ʹê Sibatê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Belgeyên îmzeyan dê radestî Însiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê were kirin.

Însiyatîf jî dê radestî CPTʹyê bike.

Back to top button