Li bajarê Kilîs yê Tirkiyê ciwanekî ji Sûrî hat kuştin

Li bajarê Kilîs ê Tirkiyeyê ciwanekî sûriyeyî ji aliyê nîjadperestên Tirk ve bi kêrê hate kuştin.

Hate ragihandin ku duh êvarê ciwanekî sûriyeyî ji aliyê komeke nîjadperestên Tirk ve li bajarê Kilîsê hat kuştin.

Nîjadperestan bi kêrê li sîngê ciwanê sûriyeyî Mihemed Ferîd El Şer da.

Piştî bûyerê, ew rakirin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest da.

Hat destnîşan kiri ku li gel zêdebûna gotinên nefretê li dijî sûriyeyiyan li Tirkiyê, metirsiyên penaberên sûriyeyî zêde dibin, piştî ku Enqere wan wek kaxizeke zextê di nakokiya herêmî de û ji bo berjewendiyên siyasî bi kar tîne.

Back to top button