Encamnameya Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ hate weşandin, di encamnameyê de hate gotin; “Biryara kongreya TAJÊ a ‘Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar û xebat dimeşîne, êrişên li hember Rêber APO wek êrişên li hemberî xwe dest digre û helwest pêş dixîne’ derket pêş.
Di konferansê de gelek peyam hatin dayîn û semîner hatin lidarxistin.
Semîner wek 2 rûniştin û 6 mijarên taybet hatin dayîn.
Semîner li ser mijarên ‘Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî’, ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ hate dayîn.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, Encamname wiha ye..
Îro jina Êzidî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî îfadeya xwe dibîne û enceq jina Êzidî bi vê felsefeyê dîkare tola 74 fermanan hilîne.
Jinên Êzidî ji bo şikandina tecrîda li dijî rêber APO wê gelek çalakiyan li dar bixin û têkoşînê bilind bikin.
Êrişên li hember Rêber APO wek êrişên li hemberî xwe dest digre û helwest pêş dixîne.
Pêşkêşiya Jineolojî weke zanista jinê di Konferansê de mijareke ku bal li ser hat kişandin bû.
Divê rêxistin kirina jinên ciwan, parastina cewherî ya jin û destkeftiyên şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurtir bibe.
Jinên ku li derdora diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûn, wê li dijî her cure ne wekhevî, tundî, êrîş û desthilatdariyê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.