Konferansa ‘Bi jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve’ bi dawî bû

Di Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ a li Şengalê hate lidarxistin de semîner li ser mijarên ‘Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî’, ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ hate dayîn.

Di Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ a li Şengalê hate lidarxistin de semîner li ser mijarên ‘Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî’, ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ hate dayîn.

‘Jineolojî bo jina Êzidî bingeha tekoşîna azadiyê ye’

Endama Akademiya Jineolojiyê Rojhilat Nasir di semînera despêkê ya li ser Jineolojî de got: Jineolojî li hemberî koletî, bindestî û serdestiyê tekoşînekî esasî ye.

‘Tekoşîna Jin, Jiyan, Azadî wê me ji fermanan rizgar kirîba’

Endama TAJÊ Lawa Şengalî jî semînera ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ da.

Lawa Şengalî got: “Eger me têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji zûde pêk anîba dibiya ku 74 ferman li ser serê civaka me de nehatîba.

Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefa jiyana azad pêş dikeve û avakarê vê felsefê jî Rêber APO ye.”

‘Jiber em nerêxistinkirîbûn, em rastî fermanan hatin’

Di semînera bi navê ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ de, Suham Şengalî îşaret bi rola jinê kir û ev tişt anî ziman:

Rola jin di nav civaka Êzidî de, sekna wê yê berxwedêr û welatperwer bûye sedem ku heya astekê parastî bimîne.

‘Jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşeng e’

Endama Yekitiya Êzidiyên Suriyê Sûad Hiso jî semînera bi sernivîsa ‘Jiyana Serokatî û Şoreşa Rojava’ da.

Sûad bi skypê bi awayek zindî beşdarî konferansê bû û bal kişand ser asta tevlîbûna jinê ya di Şoreşa Rojava de û got: “Em wek Yekitiya Jinên Êzidî yên li Rojava kar û xebatên girîng dimeşînin û hewil didin jina Êzidî xwe li Rojavayê Kurdistanê birêxistin bike û biparêze.”

‘Serok Apo fikrê xwe parastin û birêxistinkirinê da me’

Endama Fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî li ser mijara ‘Jin û Parastin’ semîner da.

Hêza diyar kir ku xebatên parastin, asta birêxistinkirina jina Êzidî, bi fikir û ramanê Serok APO derketiye holê.

‘Biryardariya Konferansê; Emê tekoşîna bo Azadiya Serok Apo bilind bikin’

Piştî semîneran beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Reham Hesen jî di dawiyê de, konferans li Serok APO, şehîd û jinên Êzidî pîroz kir.

Back to top button