Li Şengalê jinan konferansa xwe li dar xist

Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ hat lidarxistin.
Di Konferansê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinê hate xwendin.
Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyamek şand û konferans silav kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ lidarxistin.

Bi beşdarbûna 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb destpêkir.

Di konferansê de nirxandinên Rêber Apo ya li ser jinan û peyama Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Sozdar Avesta bi eleqeyek mezin hate guhdarkirin.

Rêber Ocalan: Bi formula Jin, Jiyan, Azadî nûnertî bikin

Di peyama Rêber Apo ya têkildarî jinan ku hate xwendin, ev tişt hate gotin:

Beriya her tiştî divê mirov bi vî tiştî bizanibe.

Heke ewê jiyanek pêk were, wê ev bi jinê re pêk were û wê bi helwesta azadiyê ya jinan pêk were.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi dîmen peyam şand û konferans silav kir.

Avesta: Ji artêşbûna jinê heya konfederalîzma demokratîk jin pêşeng e

Sozdar Avesta diyar kir ku bi xaka xwe ve girêdanbûn, li hemberî hemû cûreyên koçberî, qirkirin û talankirinê, îro em dibînin ku pêşî li van qirkirinan digre.

Avesta: Tecrîda ser serok Apo bi armanca tolrakirinê ye

Sozdar Avesta di peyamê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û ev tişt anî ziman:

“Rêber APO di bin tecrîdekî girankirî de ye û sedema xwe ya esasî têkoşîna azadiya jinê ye.

Sozdar Avesta weha domand:

Îro li Êzidxanê bi van xebatên girîng, bi fêmkirina fikir û felsefeya Rêber APO re civaka me ya êzidî xwe zane kirin, birêxistin kirin, parastin û bingeha xwebûna jin û civakê tê hûnandin.

Sozdar Avesta: Nêzî 9 salan e jina Êzidî dastanan dinivîsîne

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku di Êzîdxanê de nêzîkî 9 salin, jinên êzidî destanan dinivisînin.

Ev komxebat jî bi ked û xebatên Rêber APO ku heya îro daye, didomîne, bi evîna derwêşan, edûlan ku dibêje ezê tola jinên Êzidî rabikim pir bi wate ye.

Rêber APO dibêje jinên Êzidî li gel min xwediyê cihê herî bi nirx û pîroz e û divê werin azad kirin.

Ji ber wê hûn jî wek beşdarvanên vê komxebatê divê hêj zêdetir fikir û felsefa jiyana azad, bi şîara jin, jiyan, azadî xwe birêxistin bikin.

Konferans bi semînerên taybet didome.

Back to top button