Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid teqez kir ew ê sînorek ji êrîşên çeteyên Dîfaa El-Wetenî re bê danîn û got “Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bike.
Ev 3 roj in êrîşên çeteyên Dîfa El-Wetenî li bajarê Qamişloyê li dar in.
Hêzên Assayîşê, di çarçoveya parastina rewa û parastina sivîlan de bersivê didin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid diyar kir ku armanca van êrîşan derxistina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de ye û got:
Dem bi dem hikumeta Şamê bi rêya van çeteyan dixwaze ewlehiya herêmê û deskeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe.
Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bikin û em ê ewlehiya herêmên xwe biparêzin.
Bêrîvan Xalid: Êrîşên çeteyan xeteriyeke li ser jiyana sivîlan çêdike
Bêrîvan Xalid têkildarî armanckirina sivîlan ku duh çeteyên Dîfa El-Wetenî, zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî şehîd xist û gelek sivîl jî birîndar kirin ev yek anî ziman:
Mixabin, êrîşên van çeteyan xetereyekê li ser jiyana sivîlan jî çêdikin.
Hewldanên hêzên me hene ku sivîlan ji wir derxin û wan biparêzin.