Li Minbicê û Helebê şehîdên komkujiya Parîsê hat bibîranîn

Di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê 3 pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez şehîd bûn.
Li Qamişlo, Minbic û Helebê bi çalakiyên cuda her 3 şehîd hatin bibîranîn.
Her wiha banga darzandina sûcdaran kirin.

Bi nêzbûna salvegera 11’emîn a şehadeta jinên têkoşer Meclisa kombûna jinan a Zenûbiya daxuyniyeke niviskî da.

Meclisê her sê şehîd bi rêzdarî bi bîranîn û got:

“Şehîdkirina Sakîne Cansiz û rêhevalên wê peyameke zelal a faşîzma Tirk bû ku hem şervanên jin û hem jî jinên ku dixwestin rêya berxwedanê bişopînin, li dijî wê bisekinin bitirsînin.

Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Fransa bike ku di dosyeya şehîdkirina pêşengên jin de rastiyên veşartî eşkere bike.

Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan ya Minbicê jî daxuyaniyek da.

Jinên li Minbicê eşkere kirin ku ew ê riya Şehîdan bişopînin û li ber xwe bidin.

Bi heman armancê, li taxên ŞêxMeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî civîn û semîner hatin lidarxistin.

Di civînan de, banga li hikumeta Ferasayê hat kirin ku sûcdaran darzînin.

Paştî nirxandinan, sînevîzyon li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Leyla û Fîdan hatin pêşandin.

Kombûna Jinan ya Zenûbiya şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî

Back to top button