Kombûna Jinan ya Zenûbiya şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî

Meclisa kombûna jinan a Zenûbiya û Tevgera Hilala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cûda komkujiyên parîsê şermezar kirin û gotin: “Di şexsê Sakîne Cansiz de xwestin îrade û têkoşîna jinên azadîxwaz bişkînin.
Berxwedana Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bû sedema vekirina riya azadiyê.
Li Rojava bi saya keda wan jin gihaştin azadiya xwe û bûn xwedî hebûn.”

Di 9’ê Çileya 2013’an de bi komployeke îstîxbarata Tirk û Fransayê, yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin.

Bi nêzbûna salvegera 11’emîn a şehadeta wan Meclisa kombûna jinan a Zenûbiya daxuyniyek da.

Meclisê her sê şehîd bi rêzdarî bi bîranî û got:

“Şehîdkirina Sakîne Cansiz û rêhevalên wê peyameke zelal a faşîzma Tirk bû ku hem şervanên jin û hem jî jinên ku dixwestin rêya berxwedanê bişopînin û li dijî wê bisekinin bitirsînin.

Di şexsê Sakîne Cansiz de xwestin îrade û têkoşîna jinên azadîxwaz bişkînin.

Sakina Cansiz keça bajarê Dêrsimê yê ku xwedî dîrokeke dirêj a serhildanên gel e.

Wê jî mîna bajarê xwe ji zilmê re serî netewand û her dem bû layiqî têkoşîna tevgera azadiyê.”

Di berdewama daxuyniyê de hate diyarkirin ku gelê kurd bi hezarên salane rastî komplo û komkujiyan tê û ev tişt hate gotin:;

“Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya Yekem, di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê êriş li ser Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya hat kirin.

Di komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn.

Lê heta niha jî dewleta Firanayê rastî eşekre nekiriye.”

Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Fransa bike ku di dosyeya şehîdkirina şehîdên komkujiyê de rastiyên veşartî eşkere bike.

Tevgera Hilala Zêrîn a Qamişlo şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî

Tevgera Hilala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuynî da û şehîdên komkujiya Parîsê bibîranîn.

Daxuyanî li bajarê Qamişlo hat xwendin û tê de wiha hat gotin:

“Berxwedana Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bû sedema vekirina riya azadiyê.

Li Rojava bi saya keda wan jin gihaştin azadiya xwe û bûn xwedî hebûn.

Ji lewma em dibînin ku li herêmên me jî rojane jinên pêşeng dibin hedefa desthilata Tirkiyê.

Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze di şexsê jinê de îradeya gel û destkeftiyên şoreşê têk bibe.

Hedefgirtina jinan berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo ye.

Tevgerê di berdewamiya daxuyniyê de helwesta Firansayê ya li hember Komkujiyê şermezar kir û got:

“Dewleta Firansayê ji bo eşkerekirina rastiyan ti gav jî navêtiye.

Ev jî nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirkiyê re ye.”

PAJK: Em ê tarîtiyê bi helwesta hevrê Sarayê Ronî bikin

Back to top button