Amerîka: Tirkiye di nav de 4 welat cezayên ser Rûsya binpê dikin

Welatên Rojavayî heta niha bi sebandina bêtirî 11 hezar cezayan jî nekarîne Rûsya ji rêya Ukrayna bidin durxistin.
Amerîkayê ragihand ku cezayên li dijî Rûsyayê bi bazirganiya di ser Tirkiye, Ermenistan, Ozbekistan û Çînê re hatiye binpêkirin.

Di şerê li Ukrayna de, welatên Rojavayî hewil didin bi rêya cezayan hikumeta Moskow neçarî vekişînê bikin.

Ji bo vê yekê di dîrokê de cezayên gerî zêde li ser wê ferz kirine.

Lê tevî vê jî heta niha ev daxwazên wan pêk nehatiye.

Wezaretên Dad, Bazirganî û Xezîneyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî binbpêkirina cezayan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Ev welat “ji bo şandina berhemên qedexekirî yên ji bo Rûsya an Belarusê bi qaçaxî hatine bikar anîn.”

Hikûmeta Amerîkî bang li kompanyayan kir ku di warê pêkanîna cezayên li dijî Rûsyayê de baldar bin û got, eger nebe wê berpirs bên dadgehkirin.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, Amerîka û welatên Rojava bi hevsengî dest bi danîna jimareke zêde ya cezayên li ser Rûsyayê kir.

Lê welatên di nav wan de Tirkiye, Hindistan, Brezîlya û Afrîkaya Başûr jî beşdarî van cezayan nebûn.

Amerîka ev demek e daxuyaniyan dide ku ew ê destûrê nedin ku bi rêya van welatan ceza bên binpêkirin.

Bi taybetî bazirganiya berhemên ku di pîşesaziya çîp û leşkerî de tên bikaranîn tê şopandin.

Her sê wezaretan di daxuyaniyeke hevpar de gotin;

“Aliyên xerab ji bo dorpêçkirina ceza û qedexeyên bazirganiyê yên li dijî Rûsyayê bên rakirin bi domdarî kar dikin.”

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê vê dawiyê ceza li ser 90 saziyên qanûnî ferz kir.

Di nava wan de şirketên Rûsya û Çînê jî hene.

Bazirganiya Tirkiye û Rûsyayê di asta herî bilind de ye

Tirkiye ku di nav wan welatan de ye ku sîstema karta bankê ya Rûsyayê Mîr lê derbas bû, sala borî di encama zextên Amerîkayê de dawî li bikaranîna vê sîstemê li Tirkiyê anî.

Piştî cezayanê li ser Rûsyayê bazirganiya wê ya li gel Tirkiyê zêde bû.

2022’an de îxracata Rûsyayê ji bo Tirkiyê ji sedî 100 zêde bû.

Hinardekirina Tirkiyê jî ji bo Rûsyayê ji sedî 60 zêde bû.

Rûsyayê bi 58,8 milyar dolar îthalata bo Tirkiyê, Çîn jî li pey xwe hişt.

Back to top button