Li Yewnanistanê jimara kesên di qezaya tirenê de mirîn derket 57’an

Li Yewnanîstanê bîlançoya qezaya trenê giran dibe.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 57’an.
Li welat piştî qezayê xwepêşandêr daketine qadan.
Di xwepêşandanên li Selanîkê de pevçûn derket.

Piştî qezaya trênê ya ku li Yewnanîstanê herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandanên girseyî pêk tên.

Di dema xwepêşandana li Selanîkê de, di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Polîs ragihand ku xwepêşanderên ku hejmara wan nêzîkî 2 hezar bûn, kevir û molotof avêtine wan.

Li selanîkê di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn derket

Hêzên ewlehiyê yên ku mudaxeleyî xwepêşanderan kirin, gelek kes binçav kirin.

Li gorî ajansa AFP’ê, xwepêşanderên ku hikûmet û şîrketên rêyên hesinê ji qezayê berpirsyar dibînin pankartên bi nivîsa “Jiyana me girîng e” rakirin.

Li paytext Atînayê roja borî bi sedan kes li ber navenda şîrketa Hellenic Train kom bûn.

Şêniyên Larîsayê bi hilgirtina pankartên ku li ser “xwemalîkirin dikuje” xwepêşandanek pêk anîn.

2009’an piştî krîza aborî ya li Yewnanîstanê rêveberiya welat 2017’an beşek ji rêvebirina rêyên hesin dabûn komeke Îtalyayê.

Şefê Stasyonê şaştiya xwe qebûl kir

Ji aliyê din ve di nûçeyên ku li ser çavkaniyên polîsan di çapemeniya Yewnanîstanê de cih girtine de hate gotin rêveberê Stasyonê li ser qezayê hatiye binçavkirin.

Rêveberê Stasyonê sûcdariya xwe qebûl kir û got:

“Min şaştî kir ku trena rêwiyan li ser heman rêya trena bar têre tê, şand.”

Greva ku xebatkarên rêyên hesinê li welêt dabûn destpêkirin bû sedem ku trafîka rêya hesin felc bibe.

Sendîkayan da zanîn ku grev wê îro roja Înê jî bidome.

Li Yewnanistanê jimara kesên di qezaya tirenê de mirîn derket 38’an

Back to top button