Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Qanûna Daîreya Koperatîfan derxist û hevserokên Desteya Hiqûq û Edaletê diyar kir.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro li Reqayê rûniştina xwe ya 80’emîn lidar xist.
Hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê bernameya rûniştinê xwend.
Piştre Meşleb El Terkan û Mizgîn Hesen wekî hevserokên Desteya Hiqûq û Edaletê hatin diyarkirin.
Hevserokên hatine diyarkirin sond xwarin û peywirên xwe wergirtin.
Di rûniştinê de endamê Komîteya Qanûnî ya Meclisa Giştî Hamid El Ehmed reşnivîsa Qanûna Daîreya Koperatîfan xwend.
Reşnivîs ji 16 madeyên ku di 5 bendan de hatine bicihkirin, pêk hat.