Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê

Çeteyên navê Polîsên Sivîl li xwe dikin, du welatiyên temen mezin ji gundê Dimiliya ya Mebatayê revandin.

Navên her du welatiyan jî wiha bû; Behrî Bîlal ê 75 salî û Cemîl Ebdo ê 55 salî ne.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan piştî ji her welatiyekî 200 dolar girtine, wan berdane.

Li gundê Dîkêh jî heman tiştî rû da.

Çeteyan piştî ku Mihemed Reşîd ê 35 salî revandin wî li hember 400 dolar fidye berdan.

Li aliyekî din jî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Omer Hemîd ji navçeya Şiyê revandin.

Torê da zanîn çeteyan bi behaneya ku Hemîd berê hevserokatiya komînê dikir hate revandin.

Her wiha ev zêdetirî çar mehan e Ariyan Xelîl ê 37 salî ji gundê Maraska revandiye.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyan li hember berdana Xelîl 15 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestine.

Çeteyan du welatiyên din li Efrînê revandin

Back to top button