YBŞ’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir

YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û ji bo parastina destketî, ol û nirxên banga hevgirtinê kir.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) peyamek weşand.

YBŞ’ê behsa wateya cejnê kiri û ragihandin ku ew her sal vê cejnê weke destpêka jiyaneke nû pêşwazî dikin.

YBŞ’ê işaret bi êrişên li ser civakê, plan û lîstikên qirêj kir û anî ziman ku armanc jê tunekirina Êzdiyan e.

YBŞ’ê ragihand ku ji bo cejn bi kêfxweşiyeke bilind bê pîrozkirin, berdêlên giran hatine dayin û got,

“Bi vîna ku piştî fermanê hate afirandin, 9 sal in civaka me bi têkoşîneke bêhempa vê rojê pîroz dike.”

YBŞ’ê bang li civakê kir ku li dora hev bibin xelek û destketî, bawerî, nirx û ola xwe biparêzin.

Back to top button