Xelkê Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Xelkê Silêmaniyê û yên navçeya Derbendîxanê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Xelkê diyar kirin ku her aliyek ku êrişên dewleta Tirk rewa nîşan dide, ew ne Kurde.

Xelkê Silêmaniyê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê de axivîn.

Welatiyê bi navê Sidqî Emîn êrişên dewleta Tirk red kirin û ev tişt anî ziman:

”Ev der cihê bav û bapîrên me ne, wan jî li vir jiyan kirin, em van êrişan red dikin.

Piraniya caran sedema van êrişan desthilatdarên Kurd in.

Desthilatdarên herêmê li beramberî êrişên Tirkiyeyê bêdeng û bê helwestin.”

Sidqî Emîn li hember êrişan banga yekîtiyê li hêzên Kurdistanî kir.

Welatiya bi navê Viyan Îbrahîm jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman.

Viyan diyar kir ku armanca Tirkiyê ew e ku Kurd hertim dibin dagirkeriyê de bimînin.

Viyan Îbrahîm bang li her kesî kir ku dijî êrişan xwedî helwest bin.

”Êrişa li dijî Silêmaniyê li dijî hemû Kurdan bû”

Xelkê navçeya Derbendîxana Silêmaniyê jî derbarê mijarê de axivîn û êriş red kirin.

Welatiyê bi navê Rêjen Nerîman li ser êrişa li dijî balafirxaneya Silêmaniyê ev tişt got:

”balefirxaneya Silêmaniyê cihek giştî ye, em vê êrişê şermezar dikin.

Daxwaz ji xelkê Hewlêr û Behdînanê dikim ku di mijarên netewî de xwedî helwest bin.”

Welatiyê bi navê Elî Mamo jî da zanîn ku êrişa li dijî Silêmaniyê êrişek li dijî hemû Kurdan bû.

Elî Mamo got: ”Dewleta Tirk dixwaze li her derê Kurdan û destkeftiyên wan ji holê rake.

Her demek Kurdan xwestibe yekgirtina xwe çêkin, êrişî wan kirin û ew kirine armanc.

Her aliyek ku êrişên dewleta Tirk rewa nîşan didin, ew ne Kurde û li cem me yekî rûreş e.

Divê hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtî bin.”

Back to top button