Polîsên dewleta Tirk carek din di ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Duh êvarî Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu, hat binçavkirin.
Berivan Kutlu li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku li navçeyê gelek kes hatine binçavkirin.
Her wiha welatiyê bi navê Agît Malgaz jî hat binçavkirin.
Polîsan Berîvan û Agît Malgaz birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Sedema binçavkirina wê hîn nehatiye zanîn.
Heta niha gelek caran Bêrîvan hatiye binçavkirin û bi dehan dosya li ser hetine amade kirin.
Lê tevî wê jî dest ji kar û xebatên xwe bernedaye.
Di xebatên hilbijartinê de jî bi awayek aktif kar dida meşandin.



