1 Gulan-137.Roja Karker û Kedkaran ya Cîhanî

1’ê Gulanê roja ku civak bi tevahî nirx û qîmeta kedê tîne bîra xwe.
Di heman demê de 1’ê Gulanê Hêvî û baweriya ku kedkar bi sedan sale bi ilmê sosyalîzmê li dijî pergala kapîtalîs a ku mafê karker û kedkaran dixwe têdikoş e.
Rêber Apo vê ilmê sosyalîzmê bi pergala Netewa Demokratîk ve li Rojava şêmberkir.
Ji bo vê jî Kedkarê Herî Mezin Rêber Apo ye.

Beriya niha bi 137 salan li bajarê Chicagoyê ya Amerîkayê karker ji bo ku di nava rojê de tenê 8 saetan kar bikin dest ji kar berdan.

Di vê çarçoveyê de xwepêşandan li hember kapîtalîstan li dar xistin, banga maf, edaletê û başkirina rewşa jiyanî kir û di oxira vê yekê de berdêlên mezin dan.

Herî dawî hewldanên wan bi ser ketin û mafên wan li ser asta navneteweyî û herêmî bi rêya peyman û qanûnan hatin misogerkirin

Sala 1889’ê biryar hat girtin ku 1’ê Gulanê weke roja yekîtî, têkoşîn û piştgiriya karkeran bê diyarkirin.

Ji wê rojê û heta îro ev roj tê pîrozkirin.

Her çendî ku ev roj were pîrozkirin jî lê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi tayîbet mafê karkeran tê xwarin û zilmek mezin li ser wan heye.

Ji sala 1970’ê vir ve gelê kurd bi pêşengtiya Rêber Apo bi ilmê sosyalîzmê li dijî pergala kapîtalîst ya ku mafê karker û kedkaran dixwe têdikoşe.

‘Kedkar û Karkerê herî mezin Rêber Apo ye’

Rêber Apo vê ilmê sosyalîzmê bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û Netewa Demokratîk ve şêmberkir.

Rêber Abdullah Ocalan rih û mîrasa nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir.

Ev rih gîhand pergaleke ku îro ev pergal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pergala Rêveberiya Xweser de şêmber bû.

Ji bo wê Rêveberiya Xweser, rêveberiya kedkaran e, her wiha ya jin û ciwanan e.

Kedkar di nava Rêveberiya Xweser de bi roleke diyarker radibin.

Ji bo wê hemû kedkar û karkerên Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji vê mîrasê xwedî derdikevin.

Û dibêjin ‘Kedkar û Karkerê herî mezin Rêber Apo ye û em ê mîrasa 1ʹê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîd û dagirkeriyê.

Back to top button