Îsraîlê bi fermî balyozxaneya xwe li Bahreynê vekir

Îsraîlê pilştî sê salan karibû têkîliyên xwe yên bi Behreynê re baş bike.
Her wiha bi awayekî fermî balyozxaneya xwe li wî welatî veke.
Di dema vekirina bayozxaneyê de Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Cohen jî amade bû.
Cohen diyar kir ku wan bi Behreynê re li hev kir ku bi hev re kar bikin.

Îsraîlê pilştî sê sal karibû têkiliyên xwe yên bi Behreynê re normalîze bike.

Her wiha Îsraîlê bi fermî balyozxaneya xwe li wî welatî vekir.

Wezîrê karê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen di serdana xwe ya Behreynê de ligel şandeke hikûmetê beşdarî merasîma vekirina nûnertiya dîplomatîk bû.

Cohen di merasimê de axivî û diyar kir ku wan bi Wezîrê Karên Derve yê Behreynê re li hev kir ku bi hev re kar bikin.

Li gorî li hevkirinan wê herdû welata hejmara geştên rasterast, tûrîzm, bazirganiyê û veberhênan zêde bikin.

Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Al Zeyanî jî diyar kir, vekirina balyozxaneyê hemfikirbûna me ya li ser ewlekarî û aşitiya di nav hemû gelên li herêmê de nîşan dide.

Peymana normalîzasyonê ya di navbera Behreyn û Îsraîlê de beşek ji rêze peymanên ku bi navê Peymanên Birahîm dihatin naskirin bû.

Ev peyman bi Îmarat, Fas û Sûdanê re hat îmzekirin.

Li gor şirovekarên siyasî nêzîkbûna bi Îsraîlê re hinekî jî ji ber tirsa hevpar a Îranê ye.

Ji ber ku herdû welat jî Îranê ji bo xwe weke gefekî dibînin.

Piştî ku hikûmeta Benjamin Netanyahu di meha Çile de dest bi kar kir ev yekem seredana rayedarekî payebilind a Îsraîlê bo welatekî Kendavê ye.

Hêzên Îsraîlê êrişî kampa Cenînê kir, 5 Filistînî birîndar bûn

Back to top button