Rêwîtiya ji Almanyayê ber bi Kurdistanê ve

Ş.Azad Şerger ku fikrê Rêber Apo bandor bû ji dojeha Elmanyayê berê xwe da çiyayên Azad.
Û heta henaseya taliya jiyana xwe li dijî pergala Kapîtalîst, nîjadperest têkoşiya û ked dîroka enternasyolîstên şoreşger yên Kurdistanê.

Felsefeya Rêber Apo ku azadiya mirovan ji xwe re dike esas, ji bo hemû gelan bûye çavkaniya têkoşînê.

Di dîroka tevgera azadiyê de hema hema ji hemû netewan legerînvanê azadiyê cihê xwe di nav vê têkoşînê de girtiye.

Thomas Johann Spîess ango bi nasnav Azad Şerger jî yek ji wan e.

Ji bajarê Maînbûrg ê Elmanyayê, ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibe xwedî rêvitiyek bêhampa.

Azad şerger dema diçe zanîngehê lêgerînên xwe kûrtir dike û nêrîna gelek rêxistinên çep ji nêz ve dişopîne.

Di vê pêvajoyê de Kurdan nas dike.

Ş.Azad Şevger fikrê Rêber Apo yê Enternasyonalîst ji xwe re esas girt

Her ku çand û gelê Kurd nas kir, eleqeya wî ya ji bo PKK’ê zêde dibe.

Parêznameyên Rêber Apo dîxwîne û dikeve bin bandora felsefeya wî.

Ş.Azad ku dixwest têkoşîna Kurdan hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, tevlî nava karên ciwanan dibe.

Di demeke Kurt de şehîd Azad bi ruhê enternasyonalîst ê PKK’ê re dibe yek.

Li ser vê yekê di sala 2016’an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dibe.

Li çiyayên Kurdistanê yên bi heybet gerîlayên azadiyê nas dike û ala têkoşînê bi rûmeteke mezin dewr digre.

Li herêma Qendîlê perwedeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketineke mezin diqedîne û bi kelecaneke mezin tev li pratîka jiyanê dibe.

Ş.Azad wekî hemû hevreyên xwe Enternasyonalîst ala berxwedanê hilda

Şehîd Azad wekî hemû hevreyên xwe enternasyonalîst ala berxwedanê hilda û bêrawestan têkoşiya.

Ji bo afirandina jiyana azad û nexweşiyên sîstemê di felsefeya Apoyî de xwe ji nû ve afirand.

Li çiyayên Kurdistanê mîna navê xwe azad dibe.

Piştî pratîka serketî ya li Qendîlê derbasî herêma Xakurkê dibe.

Li dijî artêşa Tirk a mêtinger û qirker Ş.Azad Şerger têkoşîneke bi bandor dimeşîne.

Di çalakiya fêdaî ya Xakûrkê de 18 dagirker ceza kir û gihişt şehadetê

Di çalakiya 15’ê Hezîranê de ya li qada Şehîd Şahan li refên herî pêşcih digre.

Ş. zad ku tevî hevrêyên xwe bi ruhê fedaî derbên giran li dagirkeran dixe, ruhê êrîşê yê bilind ê milîtaniya Apoyî di çalakiyan de nîşan dide.

Şehîdê enternasyonalîst Azad Şerger ku di demeke kurt de veguherî milîtanekî şareza, li ser xeta fedaiyan meşiya û ala têkoşînê ya şehîdên nemir bi rengekî hêja bilind kir.

Back to top button