Hêzên Îsraîlê careke din êrişî Kampa Penaberan a Cenînê kirin.
Di encama êrişê de 5 Filistînî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê bi balafirên bêmirov yên bi çek êriş Kampa Penaberan a Cenînê ya li Şerîeya Rojava kir.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî parvekirin di ecama êrişê de 5 Filistînî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li Kampa Penaberan a Cenînê operasyonek li dar xistine.
Lê derbarê encama operasyonê de agahiyek nehate parvekirin.
Li gorî şahidan di dema serdegirtinê de di navbera komên çekdar ên Filistînî û leşkerên Îsraîlê de pevçûn derket.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji gelek aliyan ve êrîşî kampê kir û noqteyeke li kampê bi balafirên bêmirov bombekir.
Piştre hêzên Îsraîlê dest bi vekişîna ji kampê kirin.
Ev demeke ku hêzên Îsraîlê li pey hev li dijî kampa penaberan a cenînê operasyonan li dar dixe.
Heta niha jî gelek kes ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.