Paşînyan di nava xwe û Kremlînê de navber dihêle

Şerê li Ukrayna, navbera Êrîvan û Moskowê jî aloz kir.
Ev yek ji mikurhatinên Serokwezîrê Ermenîstan Paşînyan derket.
Paşînyan got, Ji ber em piştevaniya êrişa Rûsya ya li Ukrayna nakin, wan dest ji parastina Ermenîstan ya li hemberî êrişên Azeriyan berda ye.

Ermenîstan piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê jî hîna, di gelek waran de bi Rûsyayê ve girêdayî ye.

Yek ji baragehên herî mezin yê Rûsyayê li hermê ye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan, li wê yekê mikur hat ku ji ber ew piştevaniya êrişa Rûsya ya li Ukrayna nakin, Kremlîn di parastina Êrîvanê de xemsar bûye.

Paşînyan: Rûsya dest ji parastina Ermenîstanê ji Azerbeycanê kiriye

Nîkol Paşînyan diyar kir ku êrîşa Kremlînê ya Ukraynayê, Ermenîstanê ji erkên wê yên aştîparêzîyê dûr dixe û got;

Tu wateya peymanên ewlekarîyê yên bi Rûsyayê re tune ye.

Paşînyan ji rojnameya La Repubblica ya Îtalyayê re axivî û got,

“Mîmariya ewlehiyê ya Ermenîstanê ji sedî 99.9 girêdayî Rûsyayê bû.

Di mijarên ewlehiyê de xwe spartina hevparê yekane şaşiyeke stratejîk e.”

Ji destpêka şerê Qerebaxê ya 2020’an ve, leşkerên Rûsî weke hêzên aştiyê di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenîstanê de tev geriyan.

Paşînyan ev leşker bi wê yekê sûcdar kir ku hewl nadin aloziya zêde kêm bikin.

Ermenistan bi kevneşopî têkiliyên xurt bi Kremlînê re heye û ji bo piştgiriya leşkerî serî li Kremlînê daye.

Welat yek ji mezintirîn baregehên Kremlinê yên li derve ye.

Piştgiriya Ermeniyan têra Rûsyayê nake

Paşînyan daxuyakirin ku her çend ew hişyar bin ku şerê Kremlînê yê li Ukraynayê rexne nekin û şîrketên ermenî alîkarîya kompanyayên rûsî dikin ku dorpêçên rojavayî têk bibin jî, ev yek têra Rûsyayê nake.

Paşînyan her wiha got,

Kremlîn eleqeya xwe bi herêmê re winda kiriye û plan dike ku ji herêmê derkeve.

Kremlîn leşkerên xwe ji Ermenîstanê vekişand ku li Ukraynayê bi cih bibin.

Ermenistanê îsal peymanên kirîna çekan a bi Rûsyayê re têkbir û dest bi kirîna çekan ji Hindistanê kir.

Serkwezîrê Ermenîstanê Paşinyan bi awayekî eşkere anî ziman ku ew dixwazin ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî ya Pirneteweyan (CSTO) ya Rûsya serkêşiya wê dike jî derkevin.

Back to top button