Li Şerîeya eojava teqîn: 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Li bakurê Şerîeya Rojava li dijî hêzên Îsraîlê êrişeke bombeyî pêk hat.
Di encamê de 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Li bakurê Şerîaya Rojava di dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya hêzên Îsraîlê de, teqînek rû da.

Di encamê de 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî nûçeyê di çapemeniya Îsraîlê de hatine weşandin, leşkerên Îsraîlî yên parastina merasîma olî ya niştecihên cihû dikir de, êrişî wan hatiye kirin.

Hate ragihandinê ku wesayiteke leşkerî di dema derbasbûnê de bi teqemeniyê hatiye armancgirtin.

Tugaya Nablus a girêdayî Tevgera Cîhada Îslamî berpirsyariya çalakiyê li xwe girt.

Di êrîşa li nêzî Qudsê de 4 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Li aliyê din medyaya Îsraîlê ragihand ku îro danê sibê li nêzî Qudsê li dijî leşkerên Îsraîlê êrişek pêk hatiye.

Di encamê de, 2 jê giran bi giştî 4 leşker birîndar bûne.

Li Qudsê êrîşa bi kêrê: Keske birîndar bû, êrîşkar hat kuştin

Duh êvarê jî li rawestgeha trênê ya Qudsê kesekî bi kêrê êrişî welatiyên Îsraîlê kir.

Di encama êrişê de ciwanekî 25 salî birîndar bû.

Kesê êrişkar jî hatiye kuştin.

 

Back to top button