HPG’ê 2 gerîlayên ku di Hezîrana 2021’an de li Zapê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got:
“Hevrêyên me Andok û Destan ku ewladên bijarte û fedaî yên gelê me bûn, weke pêşengên ciwanan û lehengên gel wê timî bêne bîranîn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnameya 2 gerîlayên ku di 3’ê Hezîrana sala 2021’an de li Zapê şehîdbûn daxuyaniyek belav kir.
HPG’ê got:
“Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrişên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedaiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xistin, wek mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt.”
HPG’ê diyar kir Hevrê Andok û Destan wê wek qehremanên gel û pêşengên ciwanan wê tim bi bîr bên û ev yek got:
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin, em cardin soz didin ku em ê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”
Nasnameyên hevrêyên gerîlayên ku şehîd bûne, wiha ne:
Nasnav: Andok Axîn
Nav Paşnav: Warzer Yasîn
Navê: Dê Zuhre
Navê Bav: Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Helebce
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap
Nasnav: Destan Dêrsim
Nav Paşnav: Mehmet Saît Acat
Navê: Dê Kevser
Navê Bav: Mehmet Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap