Li Zapê 3 dagirkerên din ji aliyê gerîlayan ve hatin cezakirin, derb li 7 çeperan hate xistin.
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker bênavber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand ku li Zapê û rojavaya wê hêzên wan bi çalakiyên cuda li arteşa Tirk a dagirker dane û ev agahî dan:
Di navbera 29 û 31 Tebaxê de 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin, yek jî birdîndar bû.
Her wiha 7 çeperên dagirkeran jî hatin derbkirin.
Derbarê êrişên domdar ên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê da zanîn, herêma Zapê û rojavayê wê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.