Parlementoya Tirkiyê daxwaza Erdogan pejirand

Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku wê şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji bo Azerbaycanê pejirandiye.

Parlemantoya Tirkiyê şandina hêzên leşkerî ji bo Azerbaycanê erê kir.

Li gorî wê ev hêz wê li navenda Tirkiyê-Rûsya ya hevpar a şopandina agirbesta li Qerebaxê bixebite.

Dewleta Tirk hewl da li derdora peyama agirbestê ya şandina hêzên parastina aştiyê ya Rûsya li Qerebaxê bigere û îdia kir ku hêzên wê dê beşdarî vê mîsyonê bibe, lê Rûsya ev îdia derewand.

Fransa û DYA’yê xwestin ku rola Tirkiyê ya di lihevkirinên têkildarî Qerebaxê were zelalkirin.

Back to top button