Li Efxanistanê êrişa bombeyî, herî kêm 7 kes mirin

Li bajarê Mezar-i Şerîf ê li bakurê Efxanistanê, li hemberî xebatkarên şîrketeke petrolê êrîşek hate kirin.
Herî kêm 7 kes mirin.

Êrîş roja Sêşemê hate kirin.

Rayedarên polîsên eyaleta Belhê diyar kirin ku li hemberî otobuseke ku xebatkarên şîrketeke petrolê tê de bûn êrîşeke bombeyî hatiye kirin.

Hate ragihandin ku xebatkarên şîrketa Haîratan Petrolûm dema diçûn buroyên xwe, bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya.

Di encamê de 7 kes mirin, 6 jî birîndar bûn.

Di demekê ku tîmên lezgîn ji bo herêmê hatin şandin de, heta niha kesê teqîn li xwe negirtiye.

Talîban tevî van teqîn û êrişan îdia dike ku ji Tebaxa 2021’ê ya dema rêveberiya welat xistine destê xwe û heta niha rewşa ewlekariya li welat baş kirine.

Lê tevî vê yekê jî gelek caran êrîşên bombeyî li welat pêk hatine.

Piraniya van êrişên terorî ji aliyê DAIŞ-Xuresan ve têne kirin.

Herî dawî 30’ê Mijdarê li bajarê Aybakê yê li bakurê welêt, di êrîşekê li dijî dibistanekê de, 19 kes miribûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Piraniya qurbaniyan jî xwendekar bûn.

Efxanistan..Di encama teqînê de 5 kes hatin kuştin 4 jî birîndar bûn

Back to top button