Îro KPC-D`ê li Helebê Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat li herêma pîşeyî ya Şiqeyif a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.
Li gorî rêveberiya KPC-D`ê, dibistan dê ji bo xwendekarên qonaxa seretayî be û wê zêdetirî 500 şagirt li vir perwerdeya xwe bibîne.
Di şahiya vekirinê de, rêvebera KPC-D`ê Zayde Reşîd axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser esasê nasnameya ku bi ziman hatiye parastin hatiye avakirin û got:
“Li ser vê bingehê em ji bo vekirina dibistanên ku fikrên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk belav dikin da ku nifşekî azad û têgihiştî ava bikin, dixebitin.”
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo jî got: “Dijminên gelê Kurd bi rêya tunekirina zimanê me jî xwestin me qir bikin.”
Dibistan ji aliyê dayîka şehîd Avaşîn Demhat ve hat vekirin.