31 roj in malbatên şehîdan li ber dergehê Sêmalka daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Dayikên aştiyê yên Başûrê Kurdistanê jî banga xwe tev li ya van dayikan kir û ji PDK’ê xwestin ku cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan bike.
Endama Koma Dayikên Aştiyê Fewziye Ebdulkerîm piştgiriya xwe ya ji malbatên gerîlayên şehîd re teqez kir û hêvî kir ku PDK’ê li xwe vegere û piştgiriya dewleta Tirk neke.
Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Karûbarên Olî ya Başûrê KUrdisatanê Awat Hisamedîn jî got:
“Em li dijî danîna kemînan û rijandina xwîna zarokên Kurdan in.”