Dîroknas û akademîsyenê Rûs Stanîslav Îvanov derbarê gefên Erdogan gotarek weşand

Gefên êrişeke nû ya desthilata Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Dîroknas û akademîsyenê Rûs Stanîslav Îvanov tekildarî hêcetên gefên li dijî herêmê got, “Ji roja ewil heta niha şervanên Kurd hê carekî jî sînorê Sûriye-Tirkiyê binpê nekirine. Tenê yek carê jî gule li leşkerên Tirk nereşandine.”
Her wiha Îvanov diyar kir ku rayedarên Rûs û Tirk li Soçiyê li hev kirine û Erdogan dixwaze 4 milyon Sûriyan li Rojava bi cih bike.

Di van rojên dawiyê de dîsa rêjima Erdogan ya faşîst li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên êrişeke dagirkirinê ya nû dixwe.

Gef û amadekariyên Erdogan yên ji bo şerekî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çapemeniya cîhanê de jî bûye rojev.

Dîroknas û akademîsyenê Rûs Stanîslav Îvanov di malpera argumenti.ru yê de bi sernavê “Erdogan dîsa fortan dike û gefan li Kurdên Sûriyê dixwe” gotarek weşand.

Stanîslav Îvanov: Erdogan dixwaze bala gel a li ser qeyrana aborî û aloziya civakî bikişîne ser şer

Dîroknasê Rûs Îvanov dibêje, Erdogan dixwaze bala gel a li ser qeyrana aborî û aloziya civakî bikişîne ser devereke din, ji bo vê jî dest bi polîtika û zimanekî êrişkar kiriye.

Li gorî Îvanov, rêveberiya Erdogan ketiye nava tirsa windakirina desthilatdariyê û dixwaze ku di sala 2022’yan de hilbijartin çêbibe.

Stanîslav Îvanov: Dibe ku rayedarên Rûs û Tirk li Soçiyê li ser êrişên li dijî herêmê li hev kiribin

Îvanov di dewama gotara xwe de dibêje ku rayedarên Rûs û Tirk li Soçiyê ji bo êrişên li dijî herêmê li hev kirine û wiha dewam dike:

“Erdogan Idlibê di bin kontrola xwe de digire, êrişa li dijî Kurdan dîsa xist rojevê.

Qaşo Kurdên ji Sûriyê bi xweseriya Rojava re ji bo Enqereyê talûke ne.

Ev îcadên xapînok ên padîşahê sîpe yê Tirk Erdogan, ji bo gelek siyasetmedar û pisporan tiştên deraqilane tên nirxandin.

Stanîslav Îvanov: Hêzên Rojava carekê jî êrişî sînorên Tirkiyê nekirin

Ji roja damezirandina herêma xweser a Rojava heta niha şervanên Kurd carekî jî sînorê Sûriye-Tirkiyê binpê nekirine.

Tenê yek carê jî gule li leşkerên Tirk nereşandine.”

Îvanov bi bîr xist ku şervanên Kurd DAIŞ di demekî ku têkiliya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re ku di asta herî jor de bû, tune kir û paytexta DAIŞ’ê rizgar kirin, bi yekê re Erdogan negihîşt miradê xwe û ev jî sedema sereka a hersa hikûmeta Erdogan ya li dijî gelê Kurd.

Stanîslav Îvanov: Erdogan dixwaze 4 milyon Sûriyan li Rojava bi cih bike

Herî dawî jî Stanîslav Îvanov wiha dibêje:

“Wisa tê texmînkirin ku Erdogan dixwaze êrişî Minbic, Til Temir, Kobanê, Eyn Îsa û Til Rifatê bikin.

Armanca wî ya avakirina herêma biewle ya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê nîne, dixwaze 4 milyon Sûriyên di kampan de li van herêman bi cih bike.

Li gorî hesaba Erdogan, wê rewşa welat û desthilata wî a zehmet hinek baştir bibe.”

Back to top button