Parlamenter Luqman Werdî: “Pêşmergeyên Roj” hêzeke ne qanûnî ye

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê “çeteyên Roj” di şerê li dijî gerîlayên HPG’ê de bi kar tîne..
Parlamenterê Parlamena Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî got ku “Pêşmergeyên Roj”; hêzeke ne qanînî ye û PDK’ê tenê wan ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne..

Şerê ku li dijî qadên gerîlayên HPG’ê, bi rêya hêzên nefermî tê kirin..

PDK ji bo pêkanîna armancên xwe, çeteyên Roj ava kirin..

Ev çete, ji aliyê leşker û MÎT’a Tirk a dagirker ve tên perwerdekirin..

Tirkiyeya dagirker hemû pêwîstiyên wan pêşkêş dike..

Çeteyên Roj, ji dîroka avabûnê ve, agu ji 2012’av ve, ji bo pêkanîna armanc û ajandeyên PDK’ê û dagirkeriyê tên bikaranîn..

Niha jî, bi pêşengiya PKD’ê, ev çete nêzî Herêmên Parastinê yên Medayayê tên bicihkirin..

Van çeteyan berî demekê, li herêma Xelîfanê 6 gerîlayên azadiyê şehîd xistibûn..

Jixwe hefteya borî jî, van çeteyan careke din êrişî gerîlayan kiribû..

Der barê vê mijarê de, parlamenterê Parlamena Başûrê Kurdistanê Luqman Werdî ji ajansa Roj News’ê axivî û got:

“Ti agahiya me ji kirinên Pêşmergeyên Roj tine ye.

Em nizanin ew li ser xaka Başûrê Kurdistanê çi dikin.

Lê belê ev hêz, ne qanûnî ne.

Ji aliyê PDK’ê ve hatine avakirin.”

Luqman Werdî anî ziman ku Çeteyên Roj ji bo Başûrê Kurdistanê tenê bargiraniyek e û ti sûda wan nîne..

Parlamenterê Werdî dawiyê de got:

“Bila pêşmergeyên Roj vegerin cihê xwe û li wir parastinê bikin.

Ev alîkariya ku didin jî, ne yasayî ye.

Ji ber ku ne hêza Başûrê Kurdistanê ye.

Ev hêz, PDK’ê ew ava kiriye û tenê ji bo pêkanîna armancên xwe wê bi kar tîne.”

Back to top button