Desteya Perwerde û Fêrkirinê: Wê ji bo xwendakarên navîn û amadehî, perwerdeya ji dûrve were dayîn

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser duh civînek berfireh li dar xist.
Di civînê de mijarên ku li ser perwerdeyê zehmetî çêdikin hatin nîqaşkirin.
Desteyê, ragihand ku ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê sîstema perwerdeya jidûrve (hur) were dayîn.

Civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, bi hemû deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat lidarxistin.

Di civînê de mijarên ku li ser dîtina perwerdeyê zehmetî çêdikin hatin nîqaşkirin, nexasim gefên dewleta Tirk yên li dijî herêmê û belavbûna vîrusa Koronayê.

Yek ji mijarên sereke ku di civînê de hat nîqaşkirin, xwendekarên ji xwendinê qut bûne ji bo ku dîsa xwendina xwe dewam bikin, divê çareserî bê dîtin.

Her wiha bi hatina zivistanê re û tedbîrên xweparastinê yên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê mekanîzmaya belavkirina pêwîstiyên dibistanan wekî sobe, mazot, serjimara dibistanên ku divê werin sererastkirin, û peydakirina pirtûkên dibistanan jî hatin nîqaşkirin.

Li gorî nîqaşên ku di civînê de hat meşandin, di dawî de biryar hat dayîn ku ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta demekî sîstema perwerdeya jidûrve (hur) were dayîn.

Back to top button