Qûsaî Ebaas: Dewleta Tirk çekên qedexekirî bikaranî

Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê Dewleta Tirk ve zêde dibin.
Endamê Komîteya Mafê Mirovan ya Parlementoya Iraq ê Qûsaî Ebaas diyar kir ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bikaranî û xwest ku lêkolînek navdewletî bê kirin.

Ebaas destnîşan kir ku tu hinceteke Dewleta Tirk nîne ku çekên kîmyewî bikarbîne û wiha got:

”Dagirkerîya Tirk gelek caran çekên ku hatine qedexekirin li Bakurê Iraqê bikaranî.

Me gelek caran ji alîyên navdewletî xwest ku werin lêkolînê bikin, lê mixabin ev tişt pêk nehat.”

Ebaas da zanîn Hewlêr û Bexda li hember vê yekê bêdengin û got:

”Ev rewşeke metîrsîdare. Hem Hewlêr, Hem jî Bexda li beramberî van kiryaran bêdengin û her roj karîsetên mezin rû didin.”

Hiqûqnas Hesen Selman: Hikûmeta Iraqê ji sûcên dewleta Tirk agahdar e

Li alîyê din Hiqûqnasê Iraqî Hesen Selman jî bal kişande ser bêdengîya Hikûmetê û wiha got:

”Li gorî raporên navnetewî, Dewleta Tirk ji meha Gulanê ve çekên kîmyewî bikartîne û Hikûmeta Iraqê jî ji vê rewşê agahdare.”

Selman jî di dawîyê de bang li sazîyên navnetewî kir ku li cihê bûyerê lêkolînê bikin.

Back to top button