Piştî 5 mehan Îran careke din vedigere ser maseya bi welatên Rojava re

Di navbera Îran û welatên Rojavayî de yek ji aloziya herî mezin Peymana Nukleerî ye.
Piştî 5 mehan careke din wê Îran bi welatên Rojavayî re li ser maseya danûstandinên ji bo vegera li peymanê rûne.
Hevdîtinên li Viyana wê di 29’ê Mijdarê de despê bike.

Peymana Nukleerî ya navebera Îran û welatên Rojava de, yek ji krîza sereke ya navbera aliyane.

Piştî navbereke 5 mehan, Îran razî bû ku careke din rûnên û bi welatên rojava re li ser rêkeftina atomî danûstandinan bikin.

Hevdîtin wê di 29’ê Mijdarê de dest pê bikin.

Piştî ku welatên rojava zext zêde kirin, Tehran qebûl kir ku hevdîtinên bi rêya aliyên sêyemîn li Viyanayê ji nûve bidin destpêkirin.

Li gelek welatan nîqaşên metirsiya xebatên nukleerî yên Îranê tê kirin.

Îsraîl jî di nava demên dawiyê de, gefên xwe yên êrişan zêdetir kiriye.

Heta Îsraîlê ji bo êrişeke hewayî ya li dijî navendên nukleerî yên Îranê jî dest bi perwerdeya hewayî kiriye.

Hat diyarkirin ku wê hevdîtin bi pêşengiya Alîkarê Sekreterê Giştî û Rêveberiya Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Enrîque Mora bên kirin.

Mora serokatiya 6 tûrên berê kir.

Serokê DYA Joe Biden xwest bi Îranê re vegere şertên Rêkeftina Nukleerî ya sala 2015’an, ku selefê wî Donald Trump jê vekişiyabû.

Di hevdîtinên li Viyanayê hatin kirin de, heta niha gaveke berbiçav nehatiye avêtin.

Ji meha Hezîranê ve danûstandinên li Viyana hatibûn rawestandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkên li ser maseyê bi lez çareser bibin.

2018’an dema bi fermana Trump, Amerîka ji peymanê vekişaya, cezayên pir giran li ser Îranê hatin sepand.

Piştî vê yekê Tehran hêdî hêdî pabendbûna bi sozên peymanê rawestand.

Niha jî Îran dixwaze hemû ceza bên rakirin.

Back to top button