Baroya Wanê ji ber mirina 61 koçberan xwest lêpirsîn bê despêkirin

Rewşa koçberên li tirkiyê pir xerabe. Tenê ji ber bûyera binavbûna keştiya li gola Wanê, cenazeyê 61 koçberî hate dîtin.

Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê derbarê karesata keştiya koçberan de, raporek amade kir. Baroye xwest lêpirsîneke xurt were destpêkirin.

Ji ber binavbûna keştiya koçberan a li nava gola Wanê ya 27’ê Hezîranê cenazeyê 61 koçberî hatibû derxistin.

Ji van, 34 cenaze aîdî Efganan e, 3 cenaze jî hingî xerabûne, nasnameya wan nehatiye tespîtkirin.

Lê cenazeyê din bi giştî di asta werin naskirin de ne.

Li gorî daxuyaniyên pisporan ji ber ku cenaze di 107 metre binê golê de di nav ava bi soda de bû, cenaze xera nebûne.

Komîsyona Koç û Penaberiyê ya Baroya Wanê derbarê bûyerê de, li navenda xwe ya bajar daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di raporê de hate diyarkirin ku bi salane paşguhkirina zêde tê kirin û rê li ber karesatan tê vekirin.

Di raporê de hate xwestin kesên jiyana xwe ji dest dane divê nasnameyên wan were tespîtkirin û cenaze ji welat û malbatên van kesan re were şandin.

Her wiha bal hate kişandin ser wê yekê ku divê li dijî qaçax-çîtiya penaberan têkoşîn û lêpirsînên kûr were kirin.

Di heman demê de divê bendên lêgerîn û kontrolê yên li Wanê bibin bendên ku penaber serlêdana penaberiyê bikin û sûdê ji mafê nav-neteweyî werbigirin.

Di raporê de hate xwestin ku divê saziyên navneteweyî yên ku di qada koçberî û penaberiyê de dixebitin ji dûr ve li bûyeran ne-nihêrin û li gorî erk û rayeya xwe li qadê çalak bikin, ji bo pêşî-lêgirtina mirina penaberan bi rayedaran re xebatan bikin.

Back to top button