“Çapemeniya azad, welatê azad”

Serokê DÎSK’ê diyar kir ku zext û dozên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Rojnamevan tên girtin di girtîgehan de jî li çêkirina nûçeyan dewam dikin.

Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşangerî û Çapxaneyan a Şoreşger a Tirkiyê, li ser Roja Rojnamevanên Dixebitin li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî dan.

Serokê Giştî yê ”DÎSK-Çapemenî-Kar” Farûk Eren axivî û got: Di operasyonên li Amedê de, makîneya wêneyan, kompîtur, alavên xebatê yên rojnamevanan wek alavên kirina sûc hatin servîskirin.

Eren daxwaza berdana rojnamevanan kir û got: “Divê dawî li şideta li ser hevpîşeyên me bê anîn û yasayên li ber çapemenî û azadiya xwederbirînê astengin bên rakirin.

Huseyîn Kalkan ku li ser navê DFG’ê axivî, got: “Bila hemû rojnamevan demildest bên berdan.”

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî axivî û got: “Em ê serdemekê bidin destpêkirin ku gel û çapemenî azad bin.”

Back to top button