Dewleta Tirk a dagirker careke din îdia kir ku wan 4 şervanên QSD’ê şehîd xistine. ‘ê jî ev îdia derewand.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker careke din nûçeyeke derew weşand û îdia kir ku wan li Herêma Minbicê û derdora wê 4 şervanên QSD’ê şehîd xistine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), têkîldarî vê yekê daxuyaniyek da û wiha got,
“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker 12’ê Îlonê daxuyaniyek da û îdia kir ku li herêma Minbicê û derdora wê 4 şervanên me ji aliyê artêşa wan ve hatine şehîd xistin.
Ev nûçe ji rastiyê dûr e.”