Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmanî boykota giştî ragihand

Li Silêmaniyê, Helebçe û Koyê ji ber nedana muçeyan, gelek saziyan boykota giştî ragihandin.
Di daxuyaniyan de karmendan bang li Hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê kirin ku di demek zûtirînde de, pirsgirêkê bi dawî bikin.

Boykota karmendên saziyên hikûmî yên li başûrê Kurdistanê ya ji ber nedana muçeyan, her ku diçe berfirehtir dibe.

Piştî bi dawîbûna dema ji bo wergirtina muçeyan , li gelek bajar û parêzgehan boykota giştî hate ragihandin.

Îro Sendîkaya Tendirustî ya Silêmaniyê jî bi daxuyaniyekê boykota giştî ragihand.

Di civîneke çapemeniyê Serokê Sendîkaya Tendirustî ya Silêmaniyê Hawjîn Osman axivî.

Hawjîn Osman diyar kir ku ji derveyî beşên lezgîn û nexweşxaneyên zarokan, li tevayî navendan wê boykota giştî bê meşandin.

Hawjîn Osman sedêmên boykota giştî jî wiha anî ziman:

“Me sê roj dem dabû hikûmetê, ji ber paşguhkirina daxwazên me, em gihiştin vê biryarê, da ku em mafên xwe yên rewa bidest bixin.”

Saziyên Koye û Helebce piştgirî dan boykota giştî

Her wiha li Koye û Helebce jî ,gelek sazî û rêxistinan biryara boykotê girtin

Karmendên beşa zanistên mirovî û civakî, ofîsa dadwerî û Rêveberiya Giştî ya Perwerda yên Koye boykota dewamê ragihandin.

Li aliyê din ji ber ku Hikumeta Başûrê Kurdistanê mûçe belav nake, li gelek herêman mamostayan boykot ragihandine.

Serokê Şaxa Helebce ya Yekîtiya Mamostayan Faruq Xefur bi daxuyaniyek çapemeniyê ev bang kirin:

“Hemû kes ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê kêfxweş bû, lê mixabin pêvajoya perwerdeyê rastî pirsgirêkan hat.

Em bang li Hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê dikin ku di demek ji ya din zûtir de, pirsgirêkêbi dawî bikin.

Dewamkirina sala nû, girêdayî belavkirina mûçeye ne.

Em piştigiriyê didin mamosta û karmendên di nava boykotê de”.

Ev zêdetirî du mehane karmendên saziyên başûrê Kurdistanê muçeyên xwe negirtine.

Hikûmetê ji bo dayîna muçeyan jî ti demek diyar nekiriye.

Back to top button