Li kantona Girê Spî ya dagirkirî di encama şerê di navbera çeteyan de, 2 çete birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin,
li gundê Ebû Hemam ê kantona Girê Spî ya dagirkirî di navbera malbatekên çeteyên dewleta Tirk û koma Ehrar Şerqiyê şer derketiye.
Di encama şer de, 2 çete birîndar bûn.
Sedemên derketina şer nehatin zanîn.
Di 26’ê Hezîranê de jî, di navbera çeteyên Ketaib El-Xetab û çeteyên Siqûr Şemal de li ser sehrîceke avê şer derketibû.
Di şer de, 2 sivîl û 2 çeteyên koma Ketaib El-Xetab birîndar bûbûn.