Bîlançoya binpêkirinên li Girê Spî û Serêkaniyê yên meha Hezîranê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di meha Hezîranê de li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî 101 binpêkirin çêbûn.
Li gorî tomarkirina belgeyan, tenê di nava vê mehê de, di nav de zarok 4 kes hatin kuştin 19 kes jî hatine revandin.
Dîsa li gorî Navendê, heta niha 2 hezar û 795 kes hatine kuştin û 7 hezar û 495 kes jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a qirker Cotmeha 2019’an herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin.

Piştî dagirkeriyê sûc û binpêkirinên arteşa Tirk û çeteyên wê zêde bûn.

Ji revandinê heta kuştinê, destavetin, talankirina xwezayê û gelek sûcên din diqewimin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rapora xwe ya meha Hezîranê a derbarê binpêkirinên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî eşkere kir.

Li gorî raporê tenê di nava vê mehê de,

  • 2 kes di encama topbaranê de hatine kuştin.
  • 5 bûyerên teqîna mayin û teqemeniyê pêk hatine.
  • 33 kes hatine girtin, îşkence li 17 kesan hatiye kirin.
  • 19 kes hatine revandin.
  • 4 kes û zarokek di encama topbaran, serdegirtina malan, teqîn û lêdana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne.

Êrişên hewayî û bejahî li dijî gundên sivîlan pêk hatine, di encamê de 2 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.

Çete li navendên bajaran, 9 caran pev ketine.

Di encama êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herdu bajaran de, 375 hezar niştecihên herêmê koçber bûne.

Her wiha gelek binpêkirinên mafê mirovan pêk hatine û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn.

Tîmên tenduristiyê û rojnamevan bûne hedef.

Di encamê de, rewşa ewlehiyê xirab bûye û teqîn û bûyerên kuştinê zêdetir bûne.

Heta niha 2 hezar û 795 kes hatine kuştin û 7 hezar û 495 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ji destpêka dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, 9 hezar û 53 kes hatine girtin,

6 hezar û 979 kes hatine berdan, çarenûsa kesên mayî jî nayê zanîn.

181 kesên li girtîgehan bi îşkenceyê hatine kuştin.

Hejmara penaberên sûriyeyî yên bi guleyên leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin jî 560 e, ji wan 103 zarok û 67 jî jin in.

Back to top button