Pervîn Bûldan: Hevî dikin her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di bernameya pîrozbahiya cejnê ya li Wanê de axivî û bal kişande ser Tecrîdê.
Pervîn Buldan destnîşan kir ku niha li her çar aliyên welêt mirov di tecrîdê de ne û got: “Tecrîda herî giran jî li ser birêz Ocalan e. Bêguman em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan jî diyar kir bi tecrîdê dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li bernameya pîrozbahiya cejnê ya Rêxistina HDP’a Wanê bû.

Bernameya pîrozkirina cejnê li baxçeyê avahiya partiyê hate lidarxistin û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Pervîn Buldan, piştî pîrozkirina cejna beşdaran axivî û diyar kir di vê pêvajoya heyî de pêdivî bi aştiyê heye.

Pervîn hevî kir ku her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê ye û got:

Lê em nikarin cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin.

Di vê serdemê de dîsa kurd tune tên hesibandin û zilm lê tê kirin.”

Bi domdarî Pervîn Buldan di axaftina ya li bernameya pîrozkirina cejnê de tecrîda li ser Rêber Apo nirxand.

Pervîn Bûldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye

Pervînê destnîşan kir ku niha li her çar aliyên welêt mirov di tecrîdê de û wiha axivî:

Ji ber gotina ‘li vî welatî tecrîd heye’, rojnamegerek hate girtin.

Ev yek nîşan dide bê ka tecrîd çiqas belav bûye.

Ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin.

Lê ya herî giran li ser birêz Ocalan e.

Bûldan: Divê her kes piştgiriyê bide têkoşîna li dijî tecrîdê

Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka Giştî ya HDP di dawî de cejna gelê Kurd pîroz kir û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê û

“Dixwazin bi tecrîdê birêz Ocalan di nav gelê Kurd û raya giştî de bê ji bîr kirin”

Têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan jî axivî.

Alî Bozan, destnîşan kir ku di kesayeta Rêber Apo de hemû civak tê tecrîdkirin û ev tişt anî ziman:

“Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de tecrîdkirina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e.

Dixwazin bikin ku Birêz Ocalan di nav gelê kurd û raya giştî de bê ji bîr kirin.”

Parlementer Bozan da xuyakirin ku tevî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî tecrîd kûr bûye û bang li desthilatê kir ku Qanûnan bi cih bînin.

Back to top button