CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk

Partiyên muxalîf ên Tirkiyê CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan.
Di serdanê de aliyan îşaret bi têkoşîna hevpar a ji bo demokrasiyê kirin.
Her wiha aliyan bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag jî dan, ku ji ber rexnekirina tecrîdê hatibû girtin.

Bi wesîleya Cejna Qurbanê, Partiyên muxalîf ên Tirkiyê CHP û Partiya Pêşerojê serdana Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan HDP kirin.

Serdan li Navenda Giştî ya HDP’ê hate kirin.

Di şandeya Partiya Pêşerojê de Cîgirên Serokê Sekreteriya Giştî û Cîgirê Serokê Rêveberiyên Herêmî û Bajarvaniyê hebûn.

Şandeya CHP’ê jî ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Stenbolê, endama Lijneya Rêveberiya Navendî a Baskê Jinan û ji Ciwanan pêk dihat.

Şande, ji hêla nûner û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî HDP’ê Elîf Bulut di serdanê de axivî.

Elîf Bûlût diyar kir hêviya gel a ji bo partiyên ji bo demokratîkbûnê têdikoşin heye û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya vê yekê.

Cîgirê Serokê Sekreteriya Giştî a Partiya Peşerojê Seyrangul Neslîhanoglû jî diyar kir ku dijbertiya civakî ya li Tirkiyê zêde ye.

Seyrangul Neslîhanoglû anî ziman cejn, pêşiya vê rewşê digirin û got;

“Lewma ev serdan tiştekî hêja ne. Xweziya me her tim bikira. Em gelek keyfxweşin ku hatine serdana we.”

Aliyan bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag dan

Serdanê  aliyan bertek nîşanî girtina rojnameger Merdan Yanardag jî dan.

Merdan Yanardag ji ber tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo rexne kiribû, hate girtin.

Serdana şandeyan piştre jî ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Pervîn Bûldan: Hevî dikin her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê

Back to top button