Artêşa Tirk a dagirker 30’ê Adarê çeperên berxwedanê yên li Sîdayê 2 caran bi çekên qedexekirî bombe kir.
Tevî biryara bêçalakîtiyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê:
“30’ê Adarê çeperên berxwedanê yên li Sîdayê 2 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha di navbera 28’ê û 31’ê Adarê de jî çeperên şer ên gerîlayan carekê bi balafirên şer
96 caran bi helîkopterên êrîşê, hewan, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.