Aysel Dogan ji ber nexweşiya penceşêrê li Almanyayê şehîd bû

Jina şoreşger û Siyasetmedar Aysel Dogan, ji ber nexweşiyê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Saziyên Kurd yên li Ewropayê bi daxuyaniyan soza şopandina rêya wê dan.

Siyasetmedar Aysel Dogan 2011’an de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibû girtin.

7’ê Gulana 2015’an jî ji ber nexweşiyên wê yên giran, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû berdan.

Piştî ku Aysel diçe Almanyayê, li wir jî beşdarî têkoşîna azadiya gelê kurd dibe û di nava xebatên siyasî de cih digirt.

Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cih girt, li Almanya li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.

Federasyona Elewiyan û TJK-e soza şopandina Aysel Dogan dan

Federasyona Elewiyan a Demokratîk, endama Koma Aştiyê Aysel Dogan bi daxuyaniyekê bi bîr anî û ev tişt got:

“Aysel bû deng û dilê keçên winda yê Dersimê, di veguherandina vî dengî li peyvan de her tim bûye navê hersa li dijî neheqiyê.

Her çiqas bi fizîkî edî ne li gel me be jî em ê xwedî li bîranînên wê derkevin û wû ti carî ji bîr nakin.

Bi heman armancê, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJK-E da zanîn ku Aysel li dijî neheqî û şaşiyê wek çiya hişk bû û wiha got: Li ser navê jiyana bi rûmet ji bo tiştekî şer bikin dudilî nebû; Jina têkoşer ku ji rêya xwe, ji rêhevalê xwe, ji welatê xwe, ji Dêrsimê, ji Rêberê xwe pir hez dike.

TJK-E teqez kir ku ew ê ji bo Aysel Dogan bixebitin û hewl bidin ku layiqî wê bin.

Back to top button