Sarûhan Olûç: Teqez emê serkevin AKP wê mezin winda bike

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ev operasyona dawî ya li dijî HDP’ê berdewam plana çokdanînê ya 2014’an e û da zanîn dixwazin HDP’ê ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin.
Olûç eşkere kir ku deshilata AKP’ê wê ji ber kiryarên xwe bê darizandin û got, “HDP teqez wê bi ser bikeve.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya duh a li ser HDP’ê pêkhat û ku di encamê de 82 kes hatin binçavkirin ji ANF’ê re axivî.

Olûç diyar kir bi operasyon û girtinan dixwazin HDP’ê ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin û got, ”Ev operasyona berdewama plana çokşikandinê ya 2014’an e.”

Olûç diyar kir lêpirsîna buyerên 6-8’ê Cotmehê 2015’an dest pê kiriye lê heta niha ti gav nehatibû avêtin û wiha dewam kir, “Tevî berxwedana li dijî hemû hewldanên tasfiyekirinan hê jî hewl didin ku plana çokdanînê bibin sêrî.”

Olûç bal kişan li ser têkçûna desthilata AKP-MHP’ê ya derve û got, “Di polîtîkaya derve de bi serneketin, di destê wan de ma ku li hundir êrîşê bînin ser HDP’ê, dijminatiyê li Kurdan bikin.”

Sarûhan Olûç eşkere kir ku desthilata AKP-MHP gelekî qels bûye, bal kişande ser helwesta hêzên demokrasiyê, muxalefeta civakî û siyasî û got, ”Li hember vê operasyona qirkirinê ya dawî helwesteke tund hat nîşan dan. Êdî ti kes qebûl nake ku Kurdan û HDP’ê bikin dijmin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di dawiyê de destnîşan kir ku êdî dawiya desthilata AKP-MHP’ê hatiye û got,
“Teqez em ê bi ser bikevin. Ew ê jî têk biçin û mezin winda bikin. Ji ber binpêkirina hiqûq, edalet û azadiyan teqez wê werin darizandin.”

Back to top button