Mamosteyên Kerkûkê daketin qadan

Li dijî nedayîna mûçeyan, mamosteyên Kerkûkê daketin qadan û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî xwepêşandanên gel ên rawa nebin asteng.

Li baxçeya keleha Kerkûkê, Desteya Mamostayên Nerazî bi dirûşmeya ‘Herin em we naxwazin’ dijî nedana mûçeyan çalakiyek li dar xist.

Mamosteyan bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku nabe bi ti awayek dijî çalakî û xwepêşandanan derkevin û ya ku li Dihokê çêbûyî dûrî hemû mafên mirovan e.

Duh li gelek deverên Başûrê Kurdistanê li dijî nedayîna mûçeyan, mamoste û kermend daketibûn qadan.

Di çalakiya Dihokê de, hêzên asayîşê nêzî 100 kesan binçav kiribû, di derengiya şevê jî piraniya kesên hatin berdan.

Lê hîna 15 kesên amadekarên çalakiyê girtî mane.

Xwepêşandana mamosteyên Dihokê hat astengkirin

Dihat payîn ku îro carek din mamosta û karmendên bajarê Dihokê xwepêşandan li dar bixin, lê ji ber tedbîrên zêde yên asayîşê û astengiyan, xwepêşandan pêk nehat.

Back to top button